Girtina sebebkarên alozî û nearamiyên li parêzgehên başûra Iraqê
Tîrmeh 16, 2018 21:10 Asia/Tehran
Dezgehên ewlehiyê yên Iraqê, operasyoeke berfireh bona şopandin û girtina endamên alozîçêker li parêzgehên başûr û navenda vî welatî destpê kirin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê raghandin: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li parêzgeha Mîsanê, 150 kes bi tawana pêkanîna aloziyê û destdirêjiya ser mal û milkên giştî û lihevxistina rêkpêkiyê girtin.
Li parêzgeha El-Musena jî hêzên ewlehiyê yên Iraqê, 65 kes bi tawana destdirêjiyê girtin.