Mêhwera rawêjkarîyên wezîrê karên derve yê Tirkîyê li Iraqê
Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê ragihand ku hevkarîyên aborî, ênêrjî, av û çareserkirina qeyranên navçê mêhwerên herî girîng ên rawêjkarîyên wezîrê karên derve yê Tirkîyê li Bexdayê ne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ehmed Mehcûb berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê îro ragihand: Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê li seredana xwe ya Bexdayê bilî rawêjkarîya têkildarî mijarên sîyasî û aborî, dê bi wezîrê karên derve, serokwezîr, serokê parlimanê û komîteya hevdengîya Turkmanên Iraqê re hevdîtinan pêk bîne.
Mehcûb meseleya lêkirina bendava Ilisûya Tirkîyê û bandorên wê ser çavkanîyên ava Iraqê yek ji dosîyên girîng zanî û got ku ji sala 2003`yê ve heta niha Enqerê tu hevkarîyek bi Bexdayê re têkildarî bendava Ilisûyê nekirîye û vê dawîyê ji bo çareserkirina vê meseleyê hatîye pêş.
Tirkîyê berî vîya ragihandibû ku komkirina avê li bendava Ilisûyê ku ser çemê Firatê hatîye lêkirinê dê ji bihara sala 2018`an ve destpê bibe û pisporan têkildarî bandorên vê bendavê ser jîngeha Iraqê hişyarî dabûn.