Sibat 26, 2020 08:14 Asia/Tehran
  • Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê gihîşte Vîyenê

Cîgirê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi merema pişikdarîya di civîna Komsyona Hevpar a Rêkevtinama Atomî de gihîşt Vîyenê.

Civîna Komsyona Hevpar a Rêkevtinama Atomî yê îro di asta Rêvebirên Sîyasî û Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Îran, ALman, Fransa, Ingilîs, Ûrsêt û Çînê bi serokatîya SeyîdEbbas Iraqçî û Hêlga Işmît Cîgira Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE`yê li şarê Vîyen paytexta Otrîşê bê lidarxistinê.

Cîgirê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê berî vîya gotibû ku tu têkilîya vê civînê bi mêkanîzma çareserkirina nakokîyên têkildarî Rêkevtinama Atomî re tineye û civîneke asayî ya Komsyona Hevpar e ku sê mehan carekê tê lidarxistinê.