Çile 18, 2020 16:22 Asia/Tehran
  •  Zêdebûna  hejmara koçberên ku ji Tirkiyê derbasî Ewrûpayê dibin

Serokê Ajansa sînorî ya Yekitiya Ewrûpayê li bara zêdebûna hejmara koçberan ji Tirkiyê ber bi welatên vê parezemînê agahî da.

 Li gorî rapora Euro News`ê, Fabrîs Lêgrî, serokê Ajansa sînorî ya Yekitiya Ewrûpayê got: Hejmara koçberên ku ji Tirkiyê derbasî Ewrûpayê dibin par , 2019`an bi awayekî berbiçav zêde bû bi curekê ku zêde ji 82 hezar koçber li sala 2019`an hewl dan neqanûnî derbasî axa Ewrûpayê bibin ku pêka sala pêştir sedî 46 zêde bûye. 

Serokê Ajansa sînorî ya Yekitiya Ewrûpayê got: Ev mijara pirtir ji ber rewşa Sûriyê ye lê di eynî demê de bêewlehiya li Efxanistanê jî ev rewşa pêk aniye. 

 Fabrîs Legrî di eynî demê de garda peravê ya Tirkiyê tawanbar nekir û got: Ev welata li bara  koçberan xweş dixebite.