Kanûn 11, 2019 12:55 Asia/Tehran
  • Trump nekarî bûceya dîwarê sînorî dabîn bike

Dadwerekî federal ê Amerîkayê bi biryarekê bikaranîna bûceya leşkerî ji aliyê dewleta vî welatî jibo çêkirina dîwêr li ser sînorê Mêzîkê qedexe da zanîn.

Li gorî rapora Reutersê, Dêyvîd Brînonz Dadwerê federal berbanga Çarşemiyêê 11ê Kanûnê li dijî hewildana Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jibo bikaranîna 3.6 miliyar dolar ji Bûceya avakirinê ya beşa leşkerî jibo çêkriina dîwarê navbir li ser sînorê Mêkzîkê derket.

Dayîna vê biryarê jibo Trump ku soz daye heta Mijdara 2020, dema lidarxistina hilbijartina serokoamrtiyê bi dirêjahiya 450 Maylî li ser sînorê Mêkzîkê çêbike, işkesteka mezin tê zanîn.

Çêkirina sîwêr li ser sînorê Mêkzîkê bi armanca pêşîlêgirtin li hatina koçberan, yek ji sozên Trump di rikeberiyên Hilbijartina sala 2016an da bû.