Kanûn 05, 2019 11:06 Asia/Tehran
  • Amerîka hewildana jibo poşmankirina Turkîyê ji kirîna S-400`an didomîne

Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê ragihand ku Waşîngton muzakire û pêkutîyê didomîne ta ku Enqere ji kirîna mertala mûşekî ya S-400`ê poşman be.

Ligorî rapora Kanala CNN`ê, Wezareta Berevanîya Amerîkayê ragihand ku Waşîngton ji helwesta xwe ya derbarê biryara Enqerê ya kirina S-400`an ji Ûrsêtê nayê xwarê û dîyar kir: Jibo poşmankirina Enqerê ji vî karî em di halê gotûbêjê de ne.

Cîgirê Sîyasî yê Wezîrê Berevanîya Amerîkayê John Rood di vî warî de got ku em di halê gotûbêja digel rayedarên Tirkîyê têkildarî vê mijarê ne ta ku ew rêyke din hilbijêrin.

Wî rayedarê amerîkî herwiha got: Qesra Spî ji helwestên xwe yên berê nehatîye xwarê û di vê midehê hewil dide pirsgirêk bi awayekî aştîyane were çareserkirinê.

Eva di halekî da ye ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu di 27`ê Mijdarê di vî warî de got: Me mertala mûşekî ya S-400`ê ji Ûrsêtê nekirîye ku di nav qotîyê de ragirin, belkî em dê bi kar bînin.