Kanûn 09, 2018 19:12 Asia/Tehran
  •  Hejmara kesên girtî li Fransayê ji 1700 kesî derbas bû

Girtina neraziyên li hember siyasetên aborî yên dewleta Fransayê tim didome û hejmara kesên girtî li vî welatî gihêştiye zêde ji 1700 kesî.

 Wezareta karên hundir a Fransayê ragihand ku hejmara kesên girtî li encama nerazîbûnên  vî welatî gihêştiye  hezar û 726 kesî.

 Duh bo Şemiya çaran a li dû hev, bajarên curbicur ên Fransayê ji wan Parîs şehedê nerazîbûnên  berfireh bûn ku bi tevgera êlegzeran hatiye binavkirin.

 Bi derbasbûna  Şemiya reş, Krîstif Kastner wezîrê karên hundir ê Fransayê hejmara  neraziyên ku li seranserê welêt dest bi wxenîşandanê kirin, 125 hezar kes ragihand ku ji vê navberê  para Parîsê 10 hezar kes bû.

 Eva li halekî ye ku  xêncî Parîsê, bajarên din ên Farnsayê yên mîna  Bordo, Liyon û Tolozê jî meydana  pevçûna  navbera Polîs û gel bûn.