Dijberiya Otrîşê li hember endametiya Tirkiyê li Yekitiya Ewrûpayê
Serokwezîrê Otrîşê, daxwaza rawestandina destxwe ya muzakirên endametiya Tirkiyê li Yekitiya Ewrûpayê kir.
Sibastiyen Korts, serokwezîrê Otrîşê li gotûbêja bi rojnama yewnanî ya Akatîmerniyê re ku roja duşemiyê hat weşandin, raghand ku divê yekitiya Ewrûpayê muzakirên endametiya Tirkiyê gelek zû rawestîne û peywendiyên nû bi vî welatî re destpê bike.
Sibastiyen Korts, gotinên xwe wiha domandin: Ger çi Otrîş hez dike ku peywendiyên sadiqane bi Tirkiyê re hebe, lê Enqerê li çend salên buhurî berdewam ji Ewrûpa û nirxên wê dûr ketiye.
Niha Otrîş, serokatiya dewreyî ya Yekitiya ewrûpayê dike.
Peywendiyn Tirkiyê û welatên ewrûpî piştî darbeya bêencam a 2016`an aloz bûye û li vê navberê dewleta niha a rastgir a Otrîşê helwêstên tund li dijî endametiya Tirkiyê li Yekitiya Ewrûpayê dişopîne.
Daxwaza enadmetiya Tirkiyê li Yekitiya Ewrûpayê ji sala 1987`an hat hilêxistin û ji sala 1999`an Tirkiyê, namzedê fermî yê endametiya li Yekitiya Ewrûpayê bûye lê ev daxwaza Enqerê niha cih nehatiye.