Nûnerê Rûsiyê: Her kes daxwaza domandina rêketinnama navokî dike
Nûnerê herdem ê Rûsiyê li saziyên navneteweyî yên Viyenayê li dawiya civîna komîsyona hevpar a rêketinnama navokî raghand ku hemî endam dewama vê hevhatinê qebûl dikin helbet ji bo wê hevceyî bi viyana siyasî heye.
Li gorî rapora IRNA`yê, ji Viyenayê, Mîxaîl Olyanof, yekitî û viyana siyasî ji bo parastina rêketinnama navokî du mêhwerên sereke yên civîna îro ya komîsyona hevpar a rêketinnama navokî da zanîn.
Balyozê Rûsiyê li Ewrûpayê bal kişand ser vê yekê ku hemî ser dewama rêketinnama navokî li hev kirine û li bara boykotên Emerîkayê got ku ev meseleya dê li komîsyona hevpar a rêketinnama navokî were hilkolandin.
Olyanof got: Komîsyona hevpar li vê civînê li gor peywira xwe ser îbtalkirina boykotan û dûhatên derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî sekinî bû.
Olyanof li bara garantiya ewrûpiyan bo Îranê ji bo dewama rêketina navokî jî got: Ev mijara bi baldarî hatiye hilkolandin û dê bidome jî tenê divê sebrê bikin.
Civîna komîsyona hevpar a rêketinnama navokî îro îniyê bi beşdariya nûnerên pênc welatên Brîtanya, Almanya, Fransa, Çîn û Rûsiyê û Helga Şmît nûnerê Yekitiya Ewrûpayê li Viyenayê hat lidarxistin.
Her wiha Yokiya Amano, rêveberê giştî yê Ajansa nacvneteweyî ay Enerjiya Atomê jî bona raberkirina rapora sekinîna tam a Îranê ser rêketina navokî beşadrê van muzakiran bû.
Amano roja pêncşemiyê li 11 mîn rapora xwe ya dem,salê, cardinê sekinîna tama Îarnê ser rêketinnama navokî piştrast kir.