Pêgirîya Rûsiyê ser dewama gotûbêjên tev Ensarullahê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, bernameyên sepandî yên bianiyan ser Yemenê pûç û bêencam da zanîn û ser dewama gotûbêja Moskowayê tev Ensarullahê û hemî aliyên yemenî teqez kir.
Li gorî rapora kanala nûçan a El-Meyadînê, Sergeyî Lavrof wezîrê karên derve yê Rûsiyê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev Ebdulmelik El-Mexlafî wezîrê karên derve yê beryê yê Yemenê ser helwêsta Moskowayê derheq pêwîstiya çarserkirina pirsgirêkên însanî li vî welatî teqez kir.
Wezîrê karên dervey yê Rûsiyê got: Moskowa bi hemî komên yemenî û her wiha aktorên biyanî an aliyên têkildarê Yemenê, peywendiyên pêk tîne û amade ye hemî hewldana xwe ji bo alîkariya bo baştirkirina rewşê bike.
Dîplomatê pilebilind ê rûsî bal kişand ser rewşa Sûriyê û teqez kir ku Rûsiye dê bi tundî li ber hewldanên rojava ji bo xebitandina koma terorîstî ya bereya El-Nusreyê ji bo cihhatina armancên mîna guhertina Rejîma Sûriyê bisekine.
Lavrof got: Hêzên ewlehiya sînorî ku Emerîka dixweze wan li sînorên navbera Iraq û Sûriyê bi cih bike, mudaxila eşkere li karûbarên navxweyî yên Sûriyê ye.