Îlon 21, 2017 10:56 Asia/Tehran
  • Hêzxurtên Atomî Soznameya Qedexeya Çekên Navokî îmze nekirin

Rêûrisma wajokirina Soznameya Qedexetiya Çekên Navokî li biryargeha Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Niyoyorkê roja çarşemiyê hat lidarxistin. Li ser esasa raporên belavbûyî, 50 welatan ev sozname wajo kirin.

Li gorî rapora ISNA`yê, li ser esasa naveroka vê soznameyê, bikaranîna çekên navokî, çêkirin û berfirekirina wan qedexe bûye.

Ev sozname di Tîrmeha îsal bi dengê Erê yê 122 welatên cîhanê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) va hatibû pesendkirin. Soznameya Qedexetiya Çekên Navokî piştî piştrastkirina ji aliyê 50 welatên îmzeker, divê cih were.

Hêzxurtên Atomî wek `Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)`, Rûsiye, Franse, Inglîs, Çîn, Hind, Pakistan, Israîl û Koreya Bakur ev sozname wajo nekirin.

Welatin wekî Franse, Ameîka û Inglîsê tevî rexneya ji vê soznameyê û tevî amajeya bi qeyrana atomî ya Koreya Bakur, hebûna çekên navokî tiştek bêveger û lazim dane zanînê.

Welatên endamê Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) û Japonê ev peyman wajo nekirin.