Tîrmeh 25, 2017 10:30 Asia/Tehran
  • Berdveka Qesra Sipî: Trump pêşnîyarqanûna sepandina boykotan ser Ûrsêtê de hildikole

Berdevka Qesra Sipî got, serokomarê Amerîkayê pêşnîyarqanûna sepandina boykotên Kongirê ser Ûrsêtê da hidikole.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Sara Hakbî Sêndêrz berdevka Koşka Sipî li koma nûçegihanan got, Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji ber vîya ku Cêf  Sêşnêz wezîrê dadwerîyê bi hecetên hiqûqî ji dosîya lêkolînên têkildarî destwerdana Ûrsêtê li hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê û têkilîya xizm û kesên Trump ligel Rûsîyê wêda çûye, poşman bûye.

Sêndêrzê berî vîya gotibû ku Qesra Sipî piştgirîyê dide boykotên dijî Moskovê.

Endamên Kongira Amerîkayê hewl didin bi boykotên nû vê peyamê bidin Trump ku divê li hemberî Rûsîyê vebirr û cidî be.

Meclisa nunerên Amerîkayê biryar e ku îro plana boykotên dijî Ûrsêt, Koreya Bakûr û Îranê bixe ber dengdayînê.

Plana boykotên Amerîkayê dijî Ûrsêtê bûye sedema dilgiranîya ewropîyan. YE bi daxûyanîyekê têkildarî kiryarên Kongira Amerîkayê jibo pêşdebirina qanûna boykotkirina Ûrsêtê, li bara dûhatên nexwestî yên van bopykotana jibo Waşîngtonê hişyarî da û xwest ku Amerîka bi hevpeymanên xwe li G-7`ê re hevdeng be.