Li Misirê 21 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i316093-li_misirê_21_kes_hatin_kuştin
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Misirê, li bakurê nîvgirava Sînayê di du operasyonên hêzên ewlehiyê de 21 “terorîst” hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2020 15:51 Asia/Tehran
  • Li Misirê 21 kes hatin kuştin

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Misirê, li bakurê nîvgirava Sînayê di du operasyonên hêzên ewlehiyê de 21 “terorîst” hatin kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê ji zarê Sky News'ê, hêzên ewlehiyê yên Misirê li herêma Ebo Şila ya bajarê Bîr El-Ebid bi ser malekê de ku tê de şaneyên veşartî hebûne, girtin.

Dema ku hêzên ewlehiyê gihîşt herêmê, kesên li malê gule reşandin û di encama şer de 7 “terorîst” hatin kuştin û hêzên ewlehiyê 4 çek, teqemeniyek û bombeyeke destan bi dest xistin.

Ji aliyekî din ve hêzên ewlehiyê bi ser bajarê Erîş de girtin û di encamê de şer derket û 14 kes hatin kuştin û 10 çek û hin teqemenî hatin bidestxistin, lê nasnameyên kuştiyan nehatin zanîn.