Adar 26, 2020 19:03 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê piştgirî da daxwaza Îranê ya ji Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku pişta daxwaza Îranê ya ji Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv(IMF) digire.

Li gorî rapora kanala Euro-Newsê, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê îro got: Brûksel piştgirîyê dide daxwazên Îran û Venezûêlayê yên ji Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv.

Beriya vêya jî Yekîtiya Ewropayê ji civata cîhanî xwestibû ku alîkariyên xwe yên mirovdosatne jibo têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê bişînin Îranê.

Pêştir Îranê ragihandibû ku daxwaza alîkariyeke 5 miliyar dolarî ji Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv bona têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê kiriye.