Îlon 16, 2018 15:34 Asia/Tehran
  • Nakokiya Metîs û Trump li ser Lihevkirina Atomî

Rojnameyeka amerîkî ragihand ku Cêyms Metîs, wezîrê berevaniyê yê vî welatî li dijî derketina Amerîklayê ji Lihevkirina Atomî ye û derbarê bandora vê biryarê jî kêşeya wî û Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê heye.

Rojnameya New York Timesê roja Şemiyê li raporekê amaje bi nakokiyên navbera Donald Trump û Cêyms Metîs kir û nivîsî: Tenê di 4 mehên bihurî da serokomarê û wezîrê berevaniyê li bara Rêxsitina Peymana Atlantîka Bakur (NATO), rawestandina meşqên şêrr ên hevpar navbera Waşîngton û Sêolê, her wiha bandora derketina Trump ji Lihevkirina Atomî ya digel Îranê kêşeya wan hebûye.

Li gorî rapora New York Timesê, Metîs bandordanîna biryara Trump ji bo derketina ji Lihevkirina Atomî ku berovajiya şîretên wî pêk hatiye, dixe bin pirsê.

Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê ji hevkarên xwe ra gotiye ku tu guhertinek di reftara Îranê piştî derketina Trump ji Lihevkirina Atomî nedîtiye.

Vê rojnameya amerîkî nivîsî: Metîs ku di serdema serokomartiya Obama da serokê femandetiya navendî ya artêşa vî welatî bû, ji ber helwêstên tund ku dijî Îranê hilêdixistin, ji karê xwe hat wêdadayîn.

New York Timesê nivîsî: Metîs di dewleta Trump da hin helwêst hilêxistine ku li dijî nêrînên kesên dijî Îranê wekî Can Bolton, rawêjkarê ewlehiya neteweyî y Koşka Sipî ne.

Li halekî ku gotegotên derdora hitmala derketina Metîs ji Koşka Sipî zêde bûne, lê karekî visa ji bo Trump li bereberê hilbijartina navîndewreyî ya Kongreyê dê dûhatên giran bîne.