Çile 15, 2020 19:50 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Serdar Silêymanî sînorvanê Îranê bû

Serokkomarê Îranê got: Serdarê Sipehbod Şehîd Silêymanî sînorvanê Îranê bû lê nedixwest di navbera îraniyan da tu sînorek çê bibe.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê îro çarşemê li civîna taxima dewletê bal kişande ser şehadeta fermandarê Sipahê Quds a Sipahê Pasdararên inqilaba islamî û destnîşan kir: Hem şehadeta serdar Silêymanî mezlûmane bû, hem emrêxwdêkirina hinek ji welatiyan li Kirmanê û hem jî emrêxwedêkirina hinek ji welatiyan li rûdawa ji jordaketina firokeya rêwîhilgir a ukrayînî ku agir berdaye dilê gelê Îranê û xelk bêhedar kir.

Serokkomarê Îranê bal kişande ser viya ku şehadeta serdar Silêymanî li pişka eskerî hate cubrankirin û navendên eskerî yên Amerîka li Eyî Eseda Iraqê kete ber êrişa mûşekên Sipahê Pasdaran destnîşan kir: Hîn cubranekî mezintir maye û ew jî eva ku gelên navçê bixebitin ta ku Amerîka ji navçê derxînin.

Rûhanî herwisa destnîşan kir: Rudawa jordaketina firokeya ukrayînî janeke mezin bû li dilê gelê Îranê ku pêwîst e ev babeta jî cubran bibe