Qonaxa duyem a Pêşbirkên Beza Kilûbên Jinan a Îranê bi dawî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i319720-qonaxa_duyem_a_pêşbirkên_beza_kilûbên_jinan_a_Îranê_bi_dawî_bû
Qonaxa duyem a Pêşbirkên Beza Kilûbên Jinan a Îranê bi cîbecîkirina çend rekorên di asta kilûban û neteweyî da bi dawî hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2020 05:59 Asia/Tehran
  • Qonaxa duyem a Pêşbirkên Beza Kilûbên Jinan a Îranê bi dawî bû

Qonaxa duyem a Pêşbirkên Beza Kilûbên Jinan a Îranê bi cîbecîkirina çend rekorên di asta kilûban û neteweyî da bi dawî hat.

Li gorî rapora ISNAyê, Qonaxa duyem a Pêşbirkên Beza Kilûbên Jinan a Îranê di 19 û 20ê Îlona 2020î da li navenda werzişî ya Aftaba Înqilabê hat lidarxistin û di dawî da çend rekorên neteweyî hatin cîbecîkirin.

Di roja duyem a Qonaxa duyem a Pêşbirkên Beza Kilûbên Jinan a Îranê da Jale Kardan di çiqa Kewkîkirina Dîskê da bi tomarkirina encama 50.43 rekora xwe ya berê jorda bir.

Meryem Mehmûdî di çiqa Beza 800m 2:13.43 deqîqe tomar kir û rekora kilûban ku berê di destê Toktem Destarbendan bû işkand.

Mehsa Mîrza Teyibî di Bazdana Bi Rimê bo cara yekem di dîroka werzişa jinan li Îranê ji ser berbenda 4 metrî derbas bû.

Reyhane Aranî di Kewkîkirina Çakûşê da rekora vê yekê işkand.