Îlon 15, 2020 11:35 Asia/Tehran
  • Bîstûn; wergera Kurmancî ya bijardeya helbesta cîhanê hat weşandin

Pirtûka ' Bîstûn ' bijardeya helbestên bîst stûnên wêjeya cîhanê bi wergera 'Berat Qewîendam' hat weşandin.

Nivîskar û wergêrê Bîstûnê, Berat Qewîendam di pêşgotina pirtûkê da nivîsiye: "Kêf û heza wergerandinê û lezeta afirandina dîmeneke edebî ya resen û sipehî bi peyv, biwêj û têgehên zimanê min ê xerîb ewqas e ku ez hest dikim min bixwe ew helbest gotine. Peyv û têgehên tozgirtî û jibîrbûyî ku min her yek ji wan ji nav sohbet û hevşabûna dildar û dilberekê, li bin siya darekê, peyîvîna du keçikan li ser kaniyê, lavahiya zarokekî, dilovaniya dayîkekê, qêrîna şervanekî, nalîna xerîbekî, axîna bindestekî, bûyereke tirsnak, çîrokeke lehengiyê, awaza dengbêjekî, "Lo"kirina lologerekî, ji nav romanekê ku renge bi hejmara rûpelên xwe nehatibe xwendin, ji nav ferhengeke dûr ji destan, ji binê newalekê, ji devê zawekî û ji kuncikên ron û tarî yên mejî û ziman û jiyana xwe ji zarokatiyê heta niha anîne der, toza ser wan hilweşandiye, ewna vebiriqandine û weke hebên durr û yaqûtê, weke morî û mircanan li fîstaneke etlesî dirûtine û li bejna helbesteke bedew kiriye."

Wî piştra nivîsiye: "Wergerandina berhemên wêjeyî ji zimanên din, ji riyên zengînkirin û dewlemendkirina zimanekî û nasyarkirina axêverên wî digel edebiyata cîhanê ye. Di salên dawî da û hevdem digel çalakiyên min ên di warê ziman û edebiyatê da, wergerandina nivîs û helbestan ji wan 'Helbesta Nû' anjî 'Helbesta Sipî' hertim mejî û pênûsa min bi xwe ra mijûl kiriye. Li ser vê esasê û li gorî hewcetiya axêverên zimanê Kurdî, nemaze Kurdiya Kurmancî li Îranê bi çavkaniyên nivîskî, min biryar da di vê komhelbestê da, bijardeyek ji helbestên bîst helbestvan û kesayetiyên naskirî û bibandor ên wêjeya cîhanê nemaze wêjevanên sedsala bîstem bo vî zimanî wergerînim û bigihînim ber destê xwîneran. Kessayetiyên binavûdeng ji gel, ziman û parezemînên ciyawaz ên vê cîhanê; Navine mezin wekî Adonîs, Ana Axmatova, Bêrtûlt Birêşt, Çarlz Bokofskî, Ehmedê Şamlû, Fidêrîko Garsiya Lorka, Gabriyêl Garsiya Markz, Jak Prêvir, Letîf Helmet, Mehmûd Derwêş, Mîxaîl Lêrmantov, Nazim Hikmet, Necîb Mehfûz, Nizar Qebanî, Pablû Nêrûda, Pul Êluar, Suad El-Sebah, Şêrko Bêkes, Xade El-Seman û Yanîs Rîtsûs ku her yek ji wan stûneke qahêm jibo ziman û edebiyata gel û welatê xwe û di eynî demê da jibo edebiyata tevahiya cîhanê tên hesibandin. Mirovên ku bi pênûs û peyvên xwe sedsala bîstem hinekî xweştir û cîhan û sinc û xwiya şêniyên wê aramtir û kedîtir kirin û rastiya jiyanê bi wan ra dan nasandin; Kesin ku heke nebûna, dibe ku mirovê sedsala bîstem jiyaneke dijwatir ji ya heyî, derbas bikira."

Wî her wiha nivîsiye: "Xuya ye ku bijartina çend helbestan ji nav bi sedan helbestên her yek ji van stûnên helbest û wêjeyê karekî pirr dijwar e; Ji ber vê yekê biryara dawî li ser vê esasê hat dayînê ku ji nava bi dehan helbestên ku min ji her yek ji kesayetiyên vê lîsteyê di mijarên cûrbecûr da wergerandine, çend helbestan pirranî li ser mijara evîn, dildarî, pêwendiyên mirovan, xem, şahî û hwd bibijêrim û di pêşerojê da heke derfetek çêbibe, helbestên wan ên din, her wiha helbestên helbestvan û wêjekarên derveyî vê lîsteyê di berhemeke din da biweşînim."

Di bin beşeke bi navê "Kurmanciya devkî li Xorasan û Îranê û Kurmanciya pergalmend û nivîskî" da wiha hatiye nivîsîn: "Hewil hatiye dayînê heta wê radeyê ku 'Veguhestina Têgehê' - wek erka sereke di wergerandinê da - her wiha zimanê nivîskî û bipergal rê dide, peyv, têgeh û biwêjên berbelav di Kurmanciya Xorasanê da bên bikaranîn. Tevî vê yekê; min peyv û biwêjên berbelav li navçeyên din, an peyvên nû ku koka wan di vî zimanî da ye jî bi kar anîne. Nemaze ku tiştê tê wergerandin gotina wergêr bixwe nîne, belkî wek emanetek di destê min da ye ku divê têgeha wê ya sereke bi peyv, biwêj û babetên herî guncan veguhezîne zimanê xwînerê nû. Ya din jî ev e ku ji ber nebûna zimanê nivîskî (ji bilî hin deqên qedîmî), hin peyv û têgeh di Kurmanciya Xorasanê da êdî nemane û dewsa wan peyvên zimanê farisî û yên din tên bikaranîn. Ji ber vê yekê; bi bawera min ku ev çend sal in di warê wergerandinê hema bêje di hemî qadên edebiyat, çîrok, zanistî, bijîşkî, werzîş, dîrok, fîlmname, şanoname û hwd dixebitim, nivîsîn û wergera bipergal û giştfehm bi Kurmancî wek 'Ziman', tenê bi palpiştiya heyitî û babetên zimanê devkî li navçeyeke taybet, ne ku pêkan nebe, lê karekî pirr dijwar e û nikare têgeh û naverokê bi tamî veguhezîne mixateban."

Çima Bîstûn?

Derbarê navê pirtûkê wiha hatiye şirovekirin: "Mijara helbestên bijartî pirranî evîn, xem, jiyan û têkiliyên civakî ye û ji ber vê yekê navê 'Bîstûn' jibo vê berhemê hat bijartin. Bîstûn ji aliyekî va navê çiyayekî nêzikî bajarê Kirmaşanê ye ku mezintirîn berdenûs û nexşa ser kêvir a cîhanê li zinarên bintara wî hatiye nitilandin. Li gorî hin baweriyan tê gotin Ferhadekî evîndarê Şêrînekê ev xebata sipehî û mezin kiriye. Ji aliyê din va Bîstûn du peyvên 'Bîst' û 'Stûn' di nava xwe da dihewîne û bi awayekî 'Bîst Stûnên' wêjeya sedsala 'Bîstem' temsîl dike.'

Alfabe û rênivîsa bikarhatî

Rênivîsa bikarhatî di vê berhemê da, rênivîsa Aramî (bi tîpên Erebî-Farisî) ye; Rênivîsa ku zêdetir jibo Kurdiya Navendî (Soranî) û zaraveyên Kurdiya Başûrî û li hin deveran jî jibo Kurdiya Bakur (Kurmancî) tê bikaranîn.Ev pirtûk ji aliyê 'Weşana Bîjen Yord' va li Bijnûrta navenda 'Parêzgeha Xorasana Bakur' li Bakurê Xorasanê (bakurê rojhilatê Îranê) hatiye weşandin. Pirtûk ji 208 rûpelan pêk hatiye.

 

Du helbest ji pirtûkê

1 - Heyv û Daristan

 

Heyvê

lêlê heyvê

heyva xemgîn a tenêmayî!

dîsa îşev were ser daristanê

û vê siya tarî

bike sitargeha evîndaran

 

(Ji helbesta Fidêrîko Garsiya Lorka; Helbestvanê spanyayî)

 

2 - Xewn

 

Min xewn dît;

em dan ber biviran

û birin kargeha darbirînê!

ewê evîndar;

bû pencere

ewê dilkevir;

bû sêdare

Lê;

ji min deriyek çêkirin

jibo derbasbûnê...

 

(Ji helbesta Paul Éluard; helbestvanê fransî)

 

Serepeyv

Nêrîn