Bicihbûna artêşa Sûriyê li Minbicê
Bicihbûna artêşa Sûriyê li bajarê Minbicê li bakurê vî welatî bûye sedema lihevketina bernameyên Tirkiyê.
Rojnama înternetî ya El-Erebê îro yekşemiyê li raporekê nivîsî: Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê dixweze dev ji êrişa ser Minbicê berde û Rûsiye piştgiriyê dide nihêrîna Sûriyê li bara Minbicê. Artêşa Sûriyê bi raghandina bicihkirina hêzên xwe li bajarê Minbicê ku di bin kontrola kurdên sûrî de ye, hesabên Erdogan li hev xistine ji ber ku Erdogan bi taybet piştî biryara Emerîkayê bona derxistina hêzên xwe ji Sûriyê bi awayekî nerasterast digot ku dê êrişî ser Minbicê bike, lê vê dawiyê behsa yekperçetiya erdê Sûriyê dike. Ev gotin renge bên vê wateyê ku Erdogan rasitiyên heyî qebûl kirine bi taybet ku Rûsiye piştgiriyê dide hikûmeta Şamê li bara mesela bicihkirina hêzên artêşa xwe li Minbicê.
Artêşa Sûriyê duh îniyê raghand ku derbasî bajarê Minbicê bûye ji ber ku kurdan ji artêşê bona rawestana li ber xetera eskerên Tirkiyê daxwaza alîkariyê kiribûn lê Pêntagon û hevalbendiya navneteweyî ya rawestana li ber DAIŞ`ê bi fermandetiya Emerîkayê vê nûçê derew da zanîn.
Enqere ewilî nûça derbasbûna hêzên artêşa Sûriyê nava Minbicê derew da zanîn lê Erdogan pişt re got ku Tirkiye tu dijberiyek bi derbasbûna hêzên artêşa Sûriyê bo navçên bin kontrola kurdan tine.
Bicihbûna artêşa Sûriyê li Minbicê bi armanca bidestxistina kontrola karûbarên eskerî û siyasî piştî derketina hêzên emerîkî ji Sûriyê cih hatiye û ser qezanca Beşar Esed serokkomarê Sûriyê tewa bibe.
Erdogan roja îniyê got ku ger komên teorîstî ji Minbicê derkevin, Enqere li vî bajarî tu karek wê tine.
Erdogan her wiha got: Tirkiye bona cihanîna operasyona xwe ya eskerî li Minbicê û navçên dine bin kontrola kurdan dê lezê neke.
Erdogan li Stembolê li nava koma nûçegîhana got: Ji ber rewşa niha, em tim piştgiriyê didine yekperçetiya erdê Sûriyê. Ev navçe ya axa Sûriyê ne û dema ku komên terorîstî ji van navçana derkevin, me dê karek li van navçana tinebe.
Ev gotin nîşan didin ku Erdogan ji bicihbûna hêzên artêşa Sûriyê li Minbicê û biryara kurdan bo vegerandina navçên bin kontrola xwe bo hikûmeta Beşar Esed ecêbgirtî bûye loma wer tê xûyanê ku xwe ji bo qebûlkirina rasitiyana amade kiriye bi taybet ku eseh nizane ku Rûsiye çi qasî ji kiryara vê dawiyê ya artêşa Sûriyê piştgiriyê dike û gelo artêşa Sûriyê piştî hewahengiya bi Rûsiyê re derbasî bajarê Minbicê bûye angu bêyî hewahengiya bi yên din re hêzên xwe li bajarê hanê bi cih kirine.
Mukirhatina Erdogan li bara yekperçetiya erdê Sûriyê nîşan dide ku Enqerê ji plana xwe ya berê li bara avakirina navça navbir li sînorên navbera Tirkiyê û Sûriyê dev berdaye û ji soza xwe ya berê jî li bara işkestdayîna kurdên çekdar û derxistina wan ji navçên sînorî poşman bûye.
Enqere roja îniyê û çek û sîlehên nû şandin bajarê Minbicê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê jî hêz û kelûmelên cengê yên zêdetir şandin vî bajarî û teşkîlata mîlîtana artêşa neteweyî li daxûyaniyekê ragahnd ku amadeyî êrişa ser Minbicê ye.
Artêşa Sûriyê ragahnd ku Yekînên parastina gel ji artêşê xwest ku bona piştgiriya ji van yekînan li hember gefên Tirkiyê hêzên xwe li bajarê Minbicê bi cih bike û artêş jî demlidest hêzên xwe li vî bajarî bi cih kirin.
Yekînên parastina gel, YPG, weke istûna teşkîlata mîlîtanên hêzên HSD, Hêzên Sûriya Demokratîk tên hesabê.
Artêşa Sûriyê li daxûayniyekê raghand: Fermandetiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê ser daxwaza gelê bajarê Minbicê hêêzn wxe li vî bajarî bi cih kirine û alay neteweyî ser wê bilind kiriye.
Ramî Ebdulrehman serokê navenda çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê jî raghand ku zêde ji 300 hêzên artêşa Sûriyê û hêzên hevpeymanên wê navbera navçên bin kontrola HSD û hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên bin fermana wê bi cih bûne.Ramî Ebdulrehman serokê navenda çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê her wiha got: artêşa Sûriyê û hevpeymanêîn wê navbera HSD û hêêzn Tirkiyê û komên bin fermana wê navçeyeke navbir ji rojava heya bakurê Minbicê pêk anîne.