Çile 14, 2021 17:48 Asia/Tehran
  • Berfirehkirina hevkariyên Hesinrê navbera Îran û Tirkiyê hat destnîşankirin

Serokê Hesinrêya dewletî ya Tirkiyê li Enqerê bi hevpîşeyê xwe yê îranî ra hevdîtin pêk anî û li ser berfirehkirina hevkariyên hesinrê navbera du welatan pêgirî kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Di civîna nevbera Elî Ihsan Oygûn, Serokê Hesinrêya dewletî ya Tirkiyê digel Seîd Resûlî Rêveberê giştî yê Hesinrêya Komara Îslamî ya Îranê sê belgeyên hevkariyê di warê veguhestin û berxwegirtina hin şêwazan jibo zêdekirina asta barê navbera du welatan bi qasî miliyoenk ton di salê da hatin wajokirin.

Serokê Hesinrêya dewletî ya Tirkiyê rabora kevn a hevkariyên hesinrêya Îran û Tirkiyê pêşzemîneya berfirehkirina hevkariyan di vî warî da da zanîn.

Seîd Resûlî Rêveberê Hesinrêya Îranê jî qala lihevhaitna Îran, Tirkiye, Qezaqistab, Tirkmenistan û Uzbekistanê jibo veguhestina kelûpelan ji Çînê bo Ewropayê bi rêya Korîdora Îranê û girêdana hesinrêya Tirkiyê bo bendergehên başûrê Îranê kir.

 

Serepeyv