May 23, 2020 17:59 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Ewlehiya Rojavaya Asyayê divê ji aliyê welatên navçeyê va were dabînkirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku ewlehiya navçeya Rojavaya Asyayê nemaze ewlehiya deryayî divê ji aliyê welatên navçeyê va were dabînkirin, got: Îran amade ye di vî wwarî da hevkariya welatên cînar bike.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di têkilliya telefonî ya digel Şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî mîrê Qeterê tevî pêgiriya li ser vêya ku ewlehiya navçeyê jibo Îranê pirr muhîm e got: Komara Îslamî hertim mafê rewa yê berevaniya ji hakimiyet û yekparçetî û dabînkirina berjewendiyên xwe yên neteweyî jibo xwe parastî dizane û hêvîdar e ku amerîkî xeta nekin.

Rûhanî tevî amajeya bi hin tevgerên amerîkiyan li Deryaya Karaîbê, got: Heke keştiyên nifthilgir ên Îranê li her derê cîhanê ji aliyê amerîkiyan va tûşî kêşeyê bibin, dê jibo wan jî kêşe derkeve.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêwendiyên Têhran û Dûheyê dostane û stratejîk da zanîn û hêvîdarî kir: Tevî belavbûna Koronayê, veguhestina kelûpelan bi riya bendergehên Îran û Qeterê hêdîhêdî çalak bibe û xetên esmanî jî dest pê bibin.

Rûhanî her wiha tevî amajeya bi mazûvaniya Qeterê di Kupa cîhanî ya 2022 ya Fûtbalê, amadetiya Îranê jibo her cûre alîkariyê bon amazûvaniya herî baştir a Qeterê ragihand.

Mîrê Qeterê jî berfirehkirina pêwendiyan digel Îranê di hemî waran da destnîşan kir û hêvîdarî kir ku bi lidarxistina civîna hevpar a aborî ya du welatan, pêwendiyên aborî û ticarî yên Îran û Qeterê zêdetir ji berê berfireh bibe.Şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî hr wiha tevî pêgiriya li sser vê ya ku ewlehiya navçeyê divê bi hevkariya hemî welatên navçeyê pêk were, got: Qeter li dijî her cûre kêşeyekê li navçeyê ye.