Adar 27, 2020 08:43 Asia/Tehran
  • Zerîf: Bila cîhan çavên xwe ser boykotên rejîma zorbêj a Amerîkayê negire

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva bûrî di peyama xwe ya twitterî de bi bîr xist Amerîka wek welatê yekim li aborê bi xwe ji bo jinavbirina Koronayê hewcemendê alîkariya navneteweyî ye. Di vî halî de wî ji civaka cîhanî xwest ku çavên xwe li ser boykotên Waşîngtonê negire.

Li gor IRNA, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf di peyama xwe ya twitterî de bal kişand ser daxwaza serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji Koreya Başûr bona alîkariya wî welatî ji bo jinavbirina vîrûsa Koronayê û nivîsî: Korona xisarên giran digihîne cîhanê û ti welatek jê rizgar namîne, heta Amerîka wek welatê yekim li abora cîhanê jî ji bo jinavbirina Koronayê hewcemendê alîkariya navneteweyî ye. Di vî halî de Waşîngton xwe ji rakirina boykotên aborî yên li dijî Îranê dûr digire.

Li van hefteyên bûrî piştî berbelavbûna  vîrûsa Koronayê li cîhanê gelek welatên cîhanê yên wekî Rûsya, Pakistan, Çîn û Tirkiyê ji Waşîngtonê xwestin ku boykotên xwe yên yekalî li dijî Îranê kuta bike.Lê belê di vî halî de Trump di van rojên dawiyê boykotên nû li dijî kompanî û kesayetiyên îranî bikar anîn.

Boykotên zalimane yên Amerîkayê li dijî Îranê heta dewa û dermanê û amûrên dixtorî jî digirin ber xwe ku vê yekê pirsgirêkên zav ji xelkê Îranê bi taybet ji bo nexweşên Koronayê çêkirine.