Adar 25, 2020 08:44 Asia/Tehran
  • Wezareta Karên Derve ya Îranê: Amerîka dê bi serşurîyê Yemenê biterikîne

Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên zorbêjane yên berdewam ên hevalbendîya Seûdî ser Yemenê şermezar kirin û pêgirî kir: Amerîka yê işkesteke din li Yemenê bitemije û bi serşurîyê vî welatî jî biterikîne.

Wezareta Karên Derve ya Îranê bereberê şeşemîn salroja êrişa zorbêjane ser Yemenê ya bi serkirdetîya Erebistanê di daxûyanîyekê de ragihand: Êrişa zorbêjane ser Yemenê di halekî da didome ku Amerîkayê  hin welatên din ne tenê çavên xwe ser cinayetên cengê yên hêzên zorbêj da girêdane belku hela jî bi firotina çek û rextan û piştgirîyên istixbaratî ji Erebistanê di van cinayetana de pişikdar in û dive bersivê bidin.

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye: Amerîkayê herwiha bi zêdekirina leşkerên xwe li deverên curbicur ên Yemenê istiratêjîya xwe li vî welatî aşkira kirîye û bidû qahîmkirina cihên leûkerên xwe li Yemenê ye.

Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha radigihîne: Amerîkayê selimandîye li her yek ji welatên herêmê ku bicih bûye, encamek bilî bêewlehîtî û talankirina heyîtîyên wan welatana mizginîyeke din tinebûye.

Di dawîya daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Îranê de hatîye: Ligorî erêkirina sazîyên navnetewî sedî 80’yê nifûsa Yemenê yanî derdora 25 milyon jin û zaok li Yemenê hewcedarê alîarîyên mirovdostîyê ne û hatîye: Boykotên zalimane û nemirovane û cinayet bûne sebeb ku rewşa bikaresat a gelê Yemenê wek mezintirîn tirajêdîya sedsalê liasta cîhanê were zanînê.