Adar 24, 2020 18:09 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Siyasetvanên amerîkî Koronayê wek derfetek jibo dewama dijminatiyê dizanin

Sêrêtirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir: Eva tenê siyasetvanên amerîkî ne ku Koronayê wek derfetekê jibo dewama dijminatiyê dizanin.

Elî Şemxanî, Sêrêtirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê roja Sêşemiyê di twittekê da tevî amajeya bi vêya ku eva tenê siyasetvanên amerîkî ne ku Koronayê wek derfetek jibo dewama dijminatiyê dizanin, her wiha got: Kêfxweşiya Wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê ji belavbûna Koronayê li Çînê û baandorên erênî yên aborî jibo Amerîkayê an pêşniyara êrîşa leşkerî li ser Îranê ji aliyê Pompêoyê mitewehim, mînaka aşkira ya van dijminatiyan e.Wî her wiha got: Bi rastî Vîrûsa Koronayê hasila kîjan mejî û cinayetkerekî ye?Li gorî raporên herî dawiyê, heta 24ê Adara 2020, derdora 392 hezar kes li cîhanê tûşî Vîrûsa Koronayê bûne; Ji vê hejmarê zzêde ji 102 hezar kesî baş bûne, lê herîkêm 17 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.