Cotmeh 12, 2019 09:16 Asia/Tehran
  • Zarokên îranî yekem gorîyên kiryarên neqanûnî yên Amerîkayê ne

Nunerê Îranê di Komîteya Sêyem a Civata Giştî ya NY de amajeyî kiryarên yekalî yên Amerîkayê yên dijî Komara Islamî ya Îranê kir û zarokên îranî weke yekem gorîyên wan kiryarên neqanûnî zanîn.

Nunerê Îranê di Komîteya Sêyem a Civata Giştî ya NY de Mihemed Hesenînijad di civîna wê komîteyê e ku ser navê ``jordabirina asta parastina mafên zarokan`` li New Yorkê hat ldiarxistinê, got: Zarokên îranî yekem gorîyên komkujîya aborî ya ji ber kiryarên yekalî yên Amerîkayê ne ku bi binpêkirina hemî isûlên mafên navnetewî û qirarên pejirandî yên exlaqî û mirovî, dijî wan bi kar anîye.

Hesenînijad herwiha got: Gefxwarina hibmerî zarokan jibo bidestxistina armancên sîyasî tiştek bilî têrorîsma aborî nîne û pêwîst e NY bandora wê hilkolîne.

Nunerê Îranê di Komîteya Sêyem a Civata Giştî ya NY de herwiha amajeyî vê yekê kir ku Îranê di 40 salên buhurî de tevî şert û mercên nedadperwerane yên ji derve, pêşketinên berbiçav di warê rewşa jîyana zarokan de hebûne û hin pêngavên Komara Islamî ya Îranê di warê parastin û jordabirina asta mafên zarokan rave kirin.