Rebîyî: Hemî dijberên Îranê dê wek Bolton terka meydanê bikin
Îlon 11, 2019 09:28 Asia/Tehran
Berdevkê Dewleta Îranê wek berteka himberî wêdadayîna Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Qesra Sipî pêgirî kir: Hemî dijberên Îranê dê wek Bolton terka meydanê bikin.
Berdevkê Dewleta Îranê Elî Rebîyî li rûpela Twitterê nivîsî: Bi derxistina mezintirîn piştgirê şêrr û têrorîsma aborî, Qesra Sipî di warê famkirina rastîyên Îranê de yê pêrgî berbendên kêmtir bibe.
Rebîyî herwiha got: Bolton çend mehan berî niha soz dabû ku Îran dê heta 3 mehên din jinav here lê Îran hela jî ser xwe ye û ew çûye.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî Şêwirmendê Ewlehîya Netewî ya Amerîkayê John Bolton ji kar derxist.