Îlon 11, 2019 07:20 Asia/Tehran
  • Îranê sersaxî da gel û dewleta Iraqê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê ji ber şehîdbûna bi dehan şîngêrên Imam Hisên (S) li Kerbelayê sersaxî da gel û dewleta Iraqê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seyîd-Ebbas Mûsewî ji ber bûyera xembar a ku di roja Aşûrayê de li Kerbelayê qewimî û di encamê de bi dehan şîngêr û zîyaretkerên tirba Imam Hisên (S) şehîd û birîndar bûn, heyf û mixabinîya xwe dîyar kir.

Mûsewî sersaxî da dewlet û gelê Iraqê û ragihand ku Komara Islamî ya Îranê şirîkê xema malbatên gorîyên wê bûyerê ye û jibo şehîdên wê bûyerê dereceyên bilind li cem Xwedê û jibo birîndaran jî tenduristîya lezgîn xwest.

Şeva buhurî di encama qerebalixîya girseya pişkdarên merasima Aşûrayê li Kerbelayê de herîkêm 31 şîngêran canê xwe ji dest dan  ûzêde ji 100 kesî jî birîndar bûn.