Îlon 10, 2019 14:30 Asia/Tehran
  • Berteka Zerîf derheq şanoya nû ya Netanyahu

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf di rûpela xwe ya Twitterê de bersiva şanoya nû ya serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Binyamîn Netanyahu da.

Zerîf di berteka li hemberî îdiaya nû ya Netanyahu de  dest daniye ser îdiayên wî yên sala 2002 yên berî êrişa Amerîkayê ser Iraqê ku li civîna Kongereya Amerîkayê xistibû rojevê û nivîsî: Xwediyê rastîn ê çekên navokî herwek şivanê derewîn li bara avahiyeke wêrankirî li Îranê gotinên pûç xistine rojeve û dîsa îdia dike ku Îran li wir çekên navokî çê dike.

Zerîf got: Netanyahu û tîma B bêyî ku ji wan re girîng bibe ku xwîna bêgunehan tê rijandin hewl didin agirê şêr vêxin.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî duh duşemê 09-09-2019an di çarçova senariyoyên xwe de dîsa îdia kir ku Îran dixebite çekên navokî çêbike.

Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê Benjamin Netanyahu di vê îdiaya xwe de got ku  demek e Îran li kargeheke nepênî li bajarê Abadeh yê başûrê rojavayê Îranê çekên navokî çêdikirin, lê piştî ku şûna wê kargehê eşkere bû, ew cîh hilweşand.

Eva di rewşekê de ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) duh li rapora xwe ya nû cardin diyar kir ku Îranê Peymana Navokî tam cih aniye.

Birêvebirê giştî yê IAEA yê berwext Cornel Feruta  ku roja yekşemê sefera Îranê kiribû duh li press konferansekê de li Viyenayê paytexta Otrîşê li ser pêbendiya Îranê ser Peymana Navokî sekinî û got: Em nikarin li gor ferz û gumanan derheq bernama navokî ya Îranê daweriyê bikin.

Hêrsbûna Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê derheq kêmbûna pêsparteyên Îranê yên li gor Peymana Navokî di rewşekê de ye ku gişt hewldanên navokî yên Îranê terseyê hewldanên navokî yên Rejîma SIyonîstî li bin çavdêriya IAEA ne.