Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê: Qewmên îranî ji mafên welatîbûnê sûdmend in
Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê li koma gelê Parêzgeha Kurdistanê got: Mijarê mafên welatîbûnê mafek e ku Xwedê daye hemî welatîyan û hemî qewm ji wan Kurd, Tirk, Lor, Belûç û Fars ji vê kerema Xwedê sûdmend in.
Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê Hucet ul Islam Seyîd-Ibrahîm Reyîsî pêgirî ser pêwîstîya sekinîna himberî qaçaxa kelûpelan û diravên bîyanî kir û got: Ev mijara ne bi wateya sekinîna himberî Kolberîyê ye belkî sekinîna himberî himberî her cure qçaxa organîzekirî ya kelûpelan û dirvanê bîyanî ye û ji hêla din ve divê Kolberî jî bi planên curbicure were seruberkirinê.
Hucet ul Islam Reyîsî herwiha got: tifaq meseleya gellek girîng li navça Kurdistanê ye ku Xwedê teala bi saya Imam Xumêynî (RE) û rêberê giranqedir ê Inqilabê raberî gelê vê herêmê kirîye û ji ber parastina vê tifaqê ye ku gel bi hîç awayekî neketîye ber bayê gotinên dijminan.
Wî şehîd mamoste Mihemed Şêyx ul Islam melayê navdar ê kurdistanî bibîr anî û got: Naskirina zêdetir a fêl û fendên dijmin, çand û bingehên dînî û hizrên tekfîrî û xalifî gellekî girîng e ku gelê Kurdistanê ji mêj ve ye ku wan nas dikin.
Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê herwiha got: Parêzgeha Çandê navek bû ku Kurdistan ji hêla rêberê giranqedir ê Inqilabê ve bi wî navî hat xemilandinê û nîşana wî navî di huner, helbest, pexşan, berxwedana himberî dijmin wekî taybetmendîyên berbiçav ên gelê vê parêzgehê ne.
Wî pêgirî kir: Divê qedrê wan kesên ku li Kurdistanê bûn çavkanîya gellek xizmetan ji ber têkşoîn û fidakarîya wan bê girtinê.
Reyîsî derbarê potansîyelên Parêzgeha Kurdistanê de jî got: Xwedê çavkanîyên zef ji wan meiden, mirovên kêrhatî û sirûşt raberî vî warî kirine û divê em abora vê herêmê wisan çalak bikin ku ne tenê bêkarbûna ciwanan nebînin belkî zemîne û derfeta karkirinê jibo niştecihên deverên din jî li vir pêk bînin.
Serokê Dezgeha Dadwerîya Îranê îro gihîşt Parêzgeha Kurdistanê.