Tebax 13, 2019 12:59 Asia/Tehran
  • Berdewamiya helwêstên dijminane ên Pompeo li dijî Îranê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hevdemê nêzîkbûna bidawîhatina boykotên Çek û sîlahan a Rêxistina neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî Îranê, hewldide hevpeymanên Waşîngtonê qayil bike ji bo zêdekirina zext û zora ser Îranê.

Li gor Fars Newsê, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî:Dema boykotên Çek û sîlahan a Rêxistina neteweyên Yekbûyî li dijî Îranê û qedxetiya sefera serdar Qasim Silêmanî bo derve nêzîkî dawiya xwe bûye. Vêca em ji hevpeyman û şirîkên xwe dixwazin zext û zora ser Îranê zêde bikin.

Pompo ji bo ku vê daxwaza xwe ya nerewa bêxe rojevê,  bi derew û bê heger îdia dike ku Îran li navçê bêewlehî û bêîstiqrariyê çêdike.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li dewamê de Lînkek ji malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser Twittera xwe datîne ku tê de boykotên çek û sîlahan ya li dijî Îranê her diçe kêmdibin da ku li roja 18 Mijdara 2020 bi tûm kuta dibin û ji wê şûnda Îran wê bikare çek û sîlahên xwe bifiroşe derve û ji welatên wekî Rûsya û Çînê wê çek û sîlahan bikire.

Dilgiraniya Amerîkayê ji ber kutabûna boykotên NY yên derheq çek û sîlahan li dijî Îranê  di rewşekê de ye ku Waşîngton   li meha Gulana 2018 bi awayekî yekalî ji Peymana Navokî ya bi Îranê re derket û siyaseta bikaranîna zext û zorên herî zêde li dijî Îranê bikar anî û boykotên giran li dijî Îranê sepandin. Li hemberî vê yekê welatên Ewropî ji Peymana Navokî derneketin, lê ti karekî bi bandor jî ji bo parastina wê nekirin.