Tebax 12, 2019 17:49 Asia/Tehran
  •  Zerîf:

Wezîrê karên derve yê Îranê, bal kişand ser vê yekê ku Emerîka li sala 2018`an, bayê pênc milyar dolarî çek û sîleh firotin welatên erebî ên navçê û teqez kir: "Emerîka û hevpeymanên wê bi firotina çek û sîlehan bo hin rejîmên navçê, rojava Asiyayê kirine depoya barûtê. "

 Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja bi kanala El-Cezîreya inglîzî, avakirina hevalbendiya deryayî li kendava Farsê kiryareke  bi dijminatî li dijî Îranê da zanîn û got: "Ev kiryara  ewlehiya Kendava Farsê kêm dike."

 Zerîf her wiha got: "Kiryara herî baş ku Emerîkayê bona parastina gemîvaniyê dikare bike eva ye ku mudaxilê li karê welatên din neke."

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku  Kendava Farsê atmosfereke sînordar heye û destnîşan kir: "Her çiqasî ku hizûra gemiyên biyanî li vê navçê zêde bibe dê ewlehiya hemî welatan li wê kêmtir bibe."

 Emerîkayê li mehên buhurî bi armanca zexta ser Îranê, hizûra xwe ya eskerî li navça Kendava Farsê zêde kiriye û bi hevrêtiya hevpeymanên  xwe ji wan Inglîzê kiryarên handêr cih tîne.

 Emerîkîyan li vê çarçoveyê raghandine bi dû avakirina  hevalbendiyeke eskerî li kendava Farsê ne