Tîrmeh 11, 2019 19:49 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê li Fransayê: Mecron dikare roleke girîng di kêmkirina gêreyên heyî de bilîze

Sefîrê Îranê li Parîsê got: "Serokomarê Fransayê dikare roleke girîng di kêmkirina gêreyên li rojavaya Asyayê de bilîze".

Balyozê Îranê li Fransayê Behram Qasimî li rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Serokomarê Fransayê Emanuel Mecron wekî serokê welatekî girîng ê ewrûpî û yek ji şirîkên Îranê di gellek babetên sîyasî û aborî de. tevî têgiheştina rewşa bitaluke ya navçeyî û navnetewî, bi sûdwergirtina ji cîgeha dîplomatîk a vî welatî li asta cîhanê dikare roleke girîng di kêmkirina gêreyên heyî da bilîze.

Qasimî amajeyî seredana Rawêjkarê DÎplomatîk ê Serokomarê Fransayê Emmanuel Bonne bo Têhranê û gotûbêja digel rayedarên pillebilind ê Komara Islamî ya Îranê kir û pêgirî kir: Dîplomasî û gotûbêj hertim ji xîmên girîng ên sîyaseta derve ya Îranê bûne û dê bibin jî.

Balyozê Îranê li Fransayê herwiha nivîsî: Sîyasetên yekalî, tênegihîştina durist a rastîyan, gef û boykot ji şêwazên nekêrhatî û rizî û jipêşve- işkestxwarî li cîhana lihevgirêdayî ya roja îro ne.

Balyozê Îranê li Fransayê pêgirî kir: Geşatîya sîyasî û tevgerên dîplomatîk di çarçova kiryarên vê dawîyê yên Fransayê di nav rewşenbîr û zanyarên sîyaseta derve ya vî welatî gellekî tên pêşwazîkirinê.