Wezîrên Karên Derve yên Îran û Çînê civîyan
May 17, 2019 16:53 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê bi hevtûşê xwe yê çînî re li Pêkenê civîya.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf ûWezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi derbarê alûgurên vê dawîyê, biryara Têhranê têkildarî cihanîna xalên dabînkirina mafên Îranê di Rêketinama Atomî, peywendîyên dualî, rêyên berfirekirina hevkarîyên sîyasî û aborî û meseleyên navçê de gotûbêj kirin.
Zerîf di vê hevdîtinê de amajeyî wê yekê kir ku Çîn şirîkê herîmezin ê ticarî yê Îranê ye û pêgirî ser parastina çendalîtîyê kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê jibo gotûbêja digel rayedarên çînî îro ji Tokyoya Japonê bera xwe da Pêkena paytexta Çînê û vê sibê gihîşt vî şarî.