May 17, 2019 12:41 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Welatên piştgirê hevalbendîya Seûdî divê bersivê bidin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê cinayeta Hevalbendîya Seûdî ya bombebarankirina malên xelkê li şarê Sena paytexta Yemenê şermezar kir.

Di encama êrişa hewayî ya duh a Hevalbendîya Seûdî ser Senayê de 6 endamên malekê ji wan 4 zarokan canê xwe ji dest dan û 27 zarok û 17 jin û bi dehan welatî jî birîndar bûn. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê Seyîd-Ebbas Mûsewî îro xwe şirîkê xema kes û malbatên gorîyên vê êrişa hewayî di meha Remezanê de zanî û got: Komara Islamî ya Îranê ji civatên navnetewî û mafên mirovan dixwaze ku erka xwe cih bînin û bi her rêya pêkan pêşîya dubarebûna vê cinayetê bigirin. 

Mûsewî pêgirî kir: Welatên piştgirê Hevalbendîya Seûdî ya zorbêj bi raberkirina bombe û çekan bo vê Hevalbendîyê, şirîkê van cinayetana ne û divê bersivê bidin.