Adar 14, 2019 18:07 Asia/Tehran
  • Serleşker Sefewî: Îran li rojavaya Aiyayê bûye qaweteke mezin

Şêwrkarê bilind ê qumandê gişt hêzên çekdar ên Îranê got: Heşt sal berevaniya pîroz bûye sebeb Îran li rojavaya Aiyayê bibe qaweteke mezin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Serdar Serleşker Yehya Rehîm Sefewî li gotinên xwe yên çarşemê şev li Bûşêhrê bal kişande ser viya ku tu qawetek nikare li hemberî Îranê raweste û destnîşan kir: Dengê Ellah-u-Ekber ji aliyê cewanên misilman ên Filistîn, Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê ji ber viya ye ku  dengê cewanên îranî ji xwe re kirine mînak û gelên navçê ji gelê Îranê dersa cîhada li riya Xwedê hîn bûne.

Wî destnîşan kir: Xwîna şehîdên Îrana islamî mekteb û bereya berxwedanê pêk anî û welatên ku li şerê dijî terorîstan in bi hînbûna dersê ji mêrxasiya cewanên îranî li kêleka artêşa xwe karîn Iraq û Sûriyê azad bikin.