Adar 13, 2019 13:25 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Serokê Komara Îslamî ya Îranê tev Ayetullah Sîstanî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Necefê tev Ayetulla "Elî Sîstanî" merceyê bilind ên Şîeyên Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî sibeha Çarşemiyê piştî ziyareta tirba paqij û nûranî ya Îmam Elî (S), Îmamê yekem ê şîeyên Cîhanê, bi Ayetullah Sîstanî ra gotûbêj kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê jibo sefereka fermî ya sêrojî gihîşte Bexdayê û di heyama du rojan mayîna xwe li paytexta Iraqê bi rayedarên vî welatî, kesayetî û bijardeyên iraqî ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Rayedarên Îran û Iraqê di gotûbêjên giştalî li warên cûrbicûr, pênc belgename û têgihîştinmaeyên hevkariyê wajo kirin.

Îran û Iraqê roja Sêşemiyê bi dayîna daxûyaniyeka hevpar, tevî diyarkirina çarçova hevkariyên xwe di pêşerojê da, derbarê belaşbûna vîzayê jibo welatiyên du welatan, her wiha sehkirin û paqijkirina çemê "Ervend"ê li hev kirin.