Sibat 12, 2019 19:00 Asia/Tehran
  • Dengvedana rêpîvana 22`ê Behmenê li mêdyayên derveyî

Beşdariya pirrcoş û biwate ya gelê mezin ê Îranê li rêpîvana 22`ê Behmenê ya 1397`an a Koça Tavî (11`ê Sibata 2019`an), dîmenên bêmînak afirand, ji ber ku him şahiya çilsaliya Înqilaba îslamî bi awayekî hêja hate lidarxistin û him jî hewldana berfireh a rayedarên amerîkî û siyonîstî ji bo bêhêvîkirina gelê Îranê têk çûn.

Beşdariya bi mîlyonan îraniyan li seranserî Îranê li 22`ê Behmenê ji ber çavên mêdyayên biyanî veşartî nema û beşariya gel û peyama vê beşdariyê bi awayeka taybet li mêdyayên cîhanê deng veda.

Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, beşdariya gelê Îranê li meşa 22`ê Behmenê, berfireh nirxand û dema weşandina axivtina serokomar ji zarê wî got ku Îran bibiryar e hêza xwe ya leşkerî û bernama xwe ya mûşekî ya balistîk zêde bike.

Ajansa nûçeyan a Firansayê ragihand ku tevî barîna baranê bi hezaran kes li navneda Têhranê kom bibûn û herwiha ragihand ku Înqilaba Îslamî ya çil salan beriya niha, erdhejeka siyasî bû ku dawî li bi hezaran salan paşatiyê anî û dengê wê hîn jî li navçê tê bihîstin.

Frêdrîk Pêltên, nûçegîhanê CNN a Amerîkayê ku rapora xwe ya ji beşdariya mîlyonî ya xelkê Têhranê, ji Meydana Azadiyê ya Têhranê radigihand, got: Haya gelê Îranê ji pirsgirêkên wekî dijwariyên aborî ku bi derketina dewleta Amerîkayê ji Hevhatina Navokî ji bo wan pêk hatine heye, û ji dewleta Amerîkayê û bi taybet ji destê Trump bihêrs in.

Kanala nûçeyan a Rey News 24 a Îtalyayê jî ragihand: Gelê Îranê roja duşemiyê li bin baranê di demeka dijwar a ji bo Îranê ku ji ber boykotên nû yên Amerîkayê rastî  zamê ve hatine de, li vê rêûrismê beşdar bûn.

Ajansa nûçeyan a Xin Huayê jî ragihand: Gelê Îranê li meşa xwe ya mezin li bajar û parêzgehên curbicur ên welêt, hin dirûşman dijî dewleta Donald Trump, serokomarê Amerîkayê û boykotên wî welatî dijî Îranê qêriyan.

Bona nîşandayîna rêûrisma rêpîvana îsal, ji 6 hezar û 500 nûçegîhanên navxweyî û derveyî yên beşdarî rêûrismê, 300 kes ji mêdyayên navnetewî bûn ta ku ji bo muxatebên xwe yên li seranserî dinyayê, dubarebûna bahoza meşa gelê Îranê ragihînin.