Sibat 12, 2019 10:27 Asia/Tehran
  • Meşa 22 Behmenê û berteka Trump li hemberî bêencamiya siyasetên Amerîkayê li dij Îranê

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump hêrsbûna xwe ji ber beşdariya girseyî ya gelê Îranê li meşa 22 Behmenê bi weşandina peyamên bi zimanên îngilîzî û farsî nîşan da.

Trump şeva borî li van peyamên xwe yên komîk di rûpela xwe ya Twitterê de cardin Îran tawanbar kir ku piştgiriyê dide terorîsmê û îdia kir ku eva gelek sal in xelkê Îranê di zehmetî û dijwariyê de jiyana xwe derbas dikin û vî gelî hêjatiya jiyaneke baştir heye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf derheq van peyamên Trump bertek nîşan da û di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî: Amerîkî hîn piştî derbasbûna 40 salan nehesiyane ku îranî naxwazin herin bin deshilatdariya biyaniyan û piştî 40 salan siyasetên şaş ên Amerîkayê dema wê gihêştiye ku Trump siyasetên bê encam ên Amerîkayê cardin ber çavên xwe derbas bike.

Xelkê Îrana Îslamî li Çil saliya serkevtina Înqilaba Îslamî li Îranê bi beşdariya girseyî û bi coş li meşên 22 Behmenê cardin emekdariya xwe derheq armancên Înqilaba Îslamî û Îmam Xumeynî (RE) û fermanên rêberê mezin ê Înqlaba Îslamî Hz. ayetullah Xamineyî nîşanî alemê dan.