Çile 14, 2019 16:35 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îran dê bi zûtirkê yekem setlayta operasiyonî bişîne 600 kîlomêtriya esmîn

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Setlayta Peyamê wek yekem setlayta operasiyonî ya Îranê di rojên tê da wê bo 600 Kîlomitriya esmên bê şandinê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Duşemiyê li nav gelê bajarê Gunbedkavûsê li bakurê Îranê got: Setlayta Peyamê tam xwecihî ye û bi mûşekekê ku Îranê çêkirîye dê ber bi esmîn va bê avêtin. 

Rûhanî got: Setlayta Peyamê ku biryar e rojê şeş caran ji dora esmanê Îranê derbas bibe, dikare rewşa hewayê, cotkarî, deverên avî û daristanan bişopîne û agahiyan bişîne erdê.

Wî bi gotina vê yekê ku gelê Îranê ji cîhanê ra selimandiye ku gelê zanistê ye, got: Gelê Îranê hêza mezin a zanistî, têknolojî, abûrî û berevaniyê jibo vîya bi dest xistiye ku ji komployên dijminan netirse.

Rûhanî bi pêgiriya li ser vêya ku Amerîka, Rêjîma Siyonîst û hin kirêgirtiyên wan nikarin gelê mezin ê Îranê teslîm bikin, got: Îranê bi hemî dostên xwe li cîhanê pêwendiya xwe ya bi dostanî heye û baştirîn pêwendiyên xwe hene.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê vê sibê di çarçova sefera durojî de gihîşte parêzgeha Gulistanê li bakurê Îranê.