Rûsiyê cardinê piştgirî da rêketina navokî
Berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê ser pêwîstiya hewldana Ewrûpayê bona berevaniya ji hevhatina navokî bi Îranê re sekinî.
Li gorî rapora roja îniyê ya televîzyona Rusiya El-Yewmê, Marya Zaxarova, berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê li civîna rojnamevaniyê ya heftê cardinê berevaniya hevhatina navokî kir û destnîşan kir ku îlzam û pêwîstiya cihhatina vê hevhatinê heye û divê Ewrûpa jê berevaniyê bike.
Zaxarovayê li beşeke din ji vê civînê bal kişand ser vê yekê ku Waşengton stratejiyeke taybet bona paşdevekişynana hêzên xwe ji Sûriyê raneghandiye û got: Moskowa ser vê bawerê ye ku Emerîka bona devberdana ji paşdevekişyana hêzên xwe ji Sûriyê hewl dide.
Wê got ku ger Waşengtonê dil heye ku ji Sûriyê vekişe divê vî karî bike ji ber ku paşdevekişyana ji Sûriyê pêngaveke erênî ye.
Berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê bal kişand ser vê yekê ku hemî penaberên sûrî divê vegerin welatê xwe û got: Eva helwesta sereke ya Rûsiyê ye tevî ku heya îro milyonek û 300 hezar kes ji sûriyan vegeryane malên xwe.
Marya Zaxarovayê her wiha hewldanên Rûsiyê, Îran û Tirkiyê bona pêkanîna komîta qanûna bingehîna Sûriyê pir giring nirxand û got: Ev hewldan ji ber hevdîtinên ku navbera dewleta Sûriyê û neyaran cih tê pir giringiya xwe hene.
Donald Trump Kanûna buhurî raghand ku eskerên emerîkî dê ji Sûriyê derkevin lê rexneyên ji vê biryara dewleta Trump bûn baîs ku li bara cihanîna vê biryarê pêk bên. Emerîka ji alîgirên sereke yên komên terorîstî û ji sebebkarên sereke yên pêkhatina şerê terorîstî û şîdetê li Sûriyê ye.