Têkbirina meqerên dijminê ferzî li meşqa hêza hewayî ya artêşa Îranê
Li yekim roja qonaxa sereke ya heştemîn meşqa îqtidara hewayî ya `` fedaiyên Herîma Wilayetê 97`` a hêza hewayî ya artêşa Îranê, meqerên giring û sereke yên dijmin hatin têkbirin.
Emîr sertîp Elîriza Engîze, Berdevkê heştemîn meşqa `` îqtidara hewayî ya fedaiyanê herîma wilayetê`` roja Pêncşemiyê li nav koma nûçegîhanan destnîşan kir: "Li vê meşqê, balefirên F-5 û xwecihî yên Saiqê bi bombeyên giran ên bandên firînê, îzgehên radarê û doşikên avêtina mûşekê, depoyên ardûyê û depoyên çek û rextan ên djminê ferzî bi serketin têk birin".
Berdevkê meşqa hewayî ya artêşa Îranê diyar kir: "Balfirên F-7 bi bombeyên hişmend, niqtejen û rokêtên berhemê Îranê bo cara yekê meqerên sereke yên dijminê ferzî bi teknîk û însiyatîva xwe têk birin".
Sertîp Engîze her wiha got: "Operasyona şerê iliktronîk, ceribandina cureyên sîstemên pêşketî yên peywendiyê, sîstemên hêsankarityên firînê û cureyên sîstemên taktîkî li şerê iliktronîk li vê meşqê serketî cih hat".
Li gorî vê raporê, cureyên gulleavêtinên hewa bo hewayê, gulleavêtina li dijî armancên hewayî, bi lezgînî û li bilindahiyên curbicur, gulleavêtin û bombebarana hewa bo erdê li roj û şevê bi bombeyên hoşmend, xwecihî û pêşketî yên giran û nîvgiran jî ji operasyonên din ên cihhatî li vê meşqê bûn".
Cureyên mûşekên lêyzêrî, televîzyonî germahiyê, radarî û cureyên rakêtan û bombeyên berhemhatî ji aliyê pisporên îranî va jî li vê meşqê hatin ceribandin.
Heştemîn meşqa hêza hewayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi navê ```` Îqtidara hewayî ya Fedaiyên Herîma Wilayetê 97`` îro li Îsfehanê li navenda Îranê destpê bû.