Çile 10, 2019 09:12 Asia/Tehran
  • Êrîşa li ser Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Laheya Holandayê

Hin çavkaniyan Çarşemiyê bi şev qala êrîşa çend kesan li ser Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Laheya Holandayê kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Rojnameya holandayî ya De Telegraafê li ser Twittera xwe fîlmek weşand ku hinek li halê êrîşa ser Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Laheya Holandayê û hilkişiyana ji dîwarên wê ne.

Yek ji kesên ku li vê fîlmê tê dîtin alayek girtiye destê xwe ku wer tê xûyanê ya koma têrorîst a El Ehwaziyê ye.

Êrîşkerên ser Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Laheya Holandayê her wiha êrîşî ser hêzên Polîs kirin ku dixwestin li hemberî wan rawestin.

Polîsê Holandayê jî hin êrîşker girtin.

Êrîşa li ser Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Laheya Holandayê rojekê piştî wê pêk hat ku Yekîtiya Ewropayê li ser esasa angaştên Danmarkê, yekem dora boykotên dijî Îranê piştî cihhatina Lihevkirina Atomî sepand.

Danmarkê roja 30ê Cotmeha 2018an bêyî raberkirina tu belge û şehediyekê Têhran bi sûcê hewildana ji bo pêkanîna êrîşekê li nav axa vî welatî tawanbar kir. Komara Îslamî ya Îranê bi qahîmî ev îdia derew daye zanînê.

Wezîrê karên derve yê Îranê Sêşemiyê bi şev wek berteka l hemebrî karê Yekîtiya Ewropayê yê sepandina boykotê li ser Îranê li Twitterê nivîsî: Ewropîyan ji wan Danmark, Holanda û Fransa koma têrorîst a Munafiqînê ku 12 hezar îranî kuştine û beşdarî cinayetên Sedam (Dîktatorê îdambûyî yê Iraqê) li dijî kurdên Iraqê bûye, her wiha komên din ên têrorîst ku ji axa Ewropayê ji bo kuştina welatiyên bêguneh ên îranî xwe birêxistin dikin, sitirandine.