Kanûn 07, 2018 07:48 Asia/Tehran
  • Berdevkê Weareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê êrîşa têrorîstî li Çabiharê şermezar kir

Berdevkê Weareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê êrîşa têrorîstî ya duh anku Pêncşemiyê li şaristana Çabiharê li başûrê rojhilata Îranê şermezar kir.

Têrorîstekî roja Pêncşemiyê êrîşî ser navenda Intizamî ya Şaristana Çabiharê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê kir û erebeyeka tijî madeyên teqînê li deriyê navenda Intizmî ya vê şaristanê teqand. Li vê êrîşê du kes şehîd bûn û 28 kes ji welatiyan jî birîndar bûn.

Behram Qasimî, Berdevkê Weareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Têrorîstên perwerdebûyî li dawa hin welat û navendên berbelavklirina tundî û zêdegaviyê li navçeyê, îro dest bi operasiyopneka din a  şerxwazî û dijî mirovahiyê li navçeya abûrî ya Çabiharê kirin da ku bi nîşandanna qaşo bêewlehîtiyê, derbeyê li geşatiya abûrî ku bi hevkariya welatên navçeyê li vê naavçeyê tê şopandin û ji bo geşepêdana abûrî û aramî û tenahiyê li sînorên rojhilatî yên welêt e, xînin.

Berdevkê Weareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Teqez kesên tundîşop û mirinxwaz ên bin fermana navend û aliyên naskirî, li her derê ku bin, dê berdêleka giran ji ber pêkanîna vê cinayetê bidin.