Kanûn 06, 2018 18:18 Asia/Tehran
  • Pêşniyar qanûna bûdceya sala 1398 a Îranê radestî meclisê hate kirin

Serokê saziya pilandanîn û bûdceya Îranê got: Pêşniyar qanûna bûdceya karzanîbûyî ya sala 1398 a Koçberiya Tavî (2019-2020) ya Îranê radestî meclisê hate kirin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Muhemed Baqir Nubext serokê saziya pilandanîn û bûdceya Îranê îro pêncşemê li rêûresma nimandina pêşniyar qanûna bûdceya sala 1398 a Koçberiya Tavî ya Îranê got: Ev pêşniyar qanûna li 6 cildan hatiye amadekirin ku her cildeke wê girêdayî babetekê ye.

Serokê saziya pilandanîn û bûdceya Îranê destnîşan kir: sê cild ji vê berhema li ser bûdceya sala 1397 bûye ku ev berhemên hanê jî bo meclisê hatine şandin.

Nubext got: li sala tê pêwîste karûbarên bûdceyê bi hedef be ta ku pêşniyarqanûna bûdceyê wekî pilanekî zelal hedef û armancek xwe hebe.