Kanûn 06, 2018 16:01 Asia/Tehran
  • Wezareta karên hundir a Îranê: Rewşa ewlehiyê li Çabiharê di bin kontrolê da ye

Rêvebirê giştî yê sînoran li Wezareta karên hundir a Îranê li pey êrîşa têrorîstî li şaristana Çabiharê li başûrê rojhilata Îranê, got: Rewşa ewlehiyê li Çabiharê di bin kontrolê da ye .

Têrorîstekî îro anku Pêncşemiyê êrîşî ser navenda întizamî (ewlekarî û polîs) ya Şaristana Çabiharê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê kir û erebeyeka tijî madeyên teqînê li deriyê navenda întizmî ya vê şaristanê teqand. Li vê êrîşê du kes şehîd bûn û 28 kes ji welatiyan jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRNAyê, Şehriyarê Heyderî, Rêvebirê giştî yê sînoran li Wezareta karên hundir a Îranê got: Armanca êrîşa xwekujiyê derbelêdana li baregeha întizamî ya Çabiharê bû ku bi berteka lezgîn a hêzên ewlehiyê serê xwe negirt.

Rêvebirê giştî yê sînoran li Wezareta karên hundir a Îranê herwiha got: Sebebkarê vê êrîşa têrorîstî tenê kesek bû ku hat kuştinê; Hîn tu komekê berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ustiyê xwe.