Kanûn 06, 2018 12:22 Asia/Tehran
  • Zengene: Hevdîtina nûnerê Amerîkayê li kêleka Rûniştina OPECê wek mudaxileya li karûbarên vê saziyê tê hesab

Wezîrê Niftê yê Komara Îslamî ya Îranê Bîjen Zengene got: Hevdîtina nûnerê Amerîkayê li karûbarên Îranê bi hin endamên OPECê re li kêleka Rûniştina vê rêxistinê nedirust û neteknîkî ye û wek mudaxileya li karûbarên vê saziyê tê hesab.

Wezîrê Niftê yê Komara Îslamî ya Îranê Bîjen Zengene li bereberê lidarketina rûniştina 175 ya OPECê li Viyenê paytexta Otrîşê got:OPEC parek ji wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê nîne û hevdîtinên nûnerê Amerîkayê li karûbarên Îranê Brian Hook bi hin endamên OPECê li Viyenê paytexta Otrîşê, mudaxileya eşkera li karûbarên OPECê tê hesabê.

Zengene got: Hook ji bo raberkirina daxwaza Amerîkayê bo endambûna di nav OPECê çûye Viyenê û ji ber vê yekê bi endamên OPECê re hevdîtinan pêk tîne.

Wezîrê Niftê yê Komara Îslamî ya Îranê got: OPEK saziyeke serbixwe ye û parek ji wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê nîne ku destûrê jî vî welatî bistîne.

Amerîka piştî derketina ji Peymana Navokî û vegerandina boykotên li dij Îranê dixebite hin endamên OPECê yên wek Erebistanê razîbike ku îxracata nifta xwe zêde bikin daku heke karî îxracata nifta Îranê bigihîne sifirê, pêşiya dûhatên wê bigire.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî roja sêşemê li nav civîna xelkê li bajarê Şahrûdê got: Amerîka qet nikare pêşiya firotina nifta Îranê bigire.

Rûniştina 175 ya OPECê îro li Viyenê paytexta Otrîşê tê lidarxistin.