Mijdar 09, 2018 15:15 Asia/Tehran
  •  Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê: Deshilata Emerîkayê li cîhanê li halê kêmbûnê ye

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê got: Qawet û Deshilata Emerîkayê li cîhanê li halê kêmbûnê ye û kîn û nefreta gelên cîhanê ji vî welatî li halê berfirehbûnê ye.

 Hucetulîslam Kazim Sedîqî li xutbên vê hefteyê yên nimêja îniyê ya Têhranê amaje bi meşa 13 Abanê û salroja dagirkirina hêlîna sîxoriyê ya Emerîkayê li Têhranê kir  û got: Înqilaba Îslamî ya Îranê bo cara yekim li cîhanê jêsta Emerîkayê bir bin pirsê û biçûkr kir û şerefa  vî welatî wek hêzxurteke cîhanê têk bir.

  Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê herwiha bal kişand  ser mijara gefan û boykotên 40 salî yên Emerîkayê li dijî gelê Îranê û desnîşan kir: Ev boykotên zalimne bûne sedema serbixwetî û bêminetiya gelê Îranê li warên aborî, zanistî, eskerî û siaysî û di eynî demê de nifûza navçeyî ay Îranê zêde kiriye.

 Kazim Sedîqî bal kişand  ser vê yekê ku  Emerîka tim li 40 salên buhurî li hember gelê Îranê işkest xawriye û destnîşan kir: Propagendeyên emerîkî li dijî Îranê bandora xwe tine û a niha kîn û nefreta  cîhanî  ji Emerîkayê li halê berfirehbnê ye.

  Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha bi şermezarkirina hikmê dadgeha Rejîma  Alê Xelîfe li dijî şêx Elî Selman, sekreterê giştî yê civata Îslamî El-Wifaqa Behreynê, ev mijara  wek rûpeleke reş li kiryara  Rejîma Alê Xelîfe da zanîn.

 Wî bêdengiya civakên cîhanî li hember serkutkirina gelê Yemenê jî rexne kir.