Cotmeh 11, 2018 15:01 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilba Îslamî : Ti pirsgirêkek li welat tine ku çareser nebe

Rêberê mezin ê Înqilba Îslamî ya Îranê li civîna serokên sê teşkîlatên birêvebirina karûbarên sêalî yên welêt got: Ti pirsgirêkek li welat tine ku çareser nebe û ti astengiyek tine ku ji holê ranebe.

Rêberê mezin ê Înqilba Îslamî ya Îranê, Hz. ayetullah uzma Xamineyî şeva çûyî li hevdîtina serokên sê teşkîlatên birêvebirina karûbarên sêalî yên welêt ku ser mijara aborî û çareseriya pirsgirêkên di vî warî de bi rê ketibû, qedirzaniya hewldanên serokên sê teşkîlatan û endamên Konseya Bilind a Hevahengiya Aborî kir û wezîfeya sereke ya vê konseyê nîşandayîna rêçareyên giştî ji bo pirsgirêkên aborî da zanîn û got: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên vê demê û dabînkirina tiştên pêwîst ên xelkê kar û xebateke zav û cihadî pêwîst e.

Rêberê mezin ê Înqilba Îslamî ya Îranê li endamên Konseya Bilind a Hevahengiya Aborî tewsiye kir ku biryarên vebir û çaresaz li bara pirsgirêkên sereke yên aborî û astengiyên di vê mijarê de bide û li dewamê de got: Ji bo çareseriya pirsgirêkên sereke û girîng ên wek pirsgirêkên sîstema bankî, fînansî û pere, karsazî, zam û proseya bûdceyê divê biryarên cidî û pratîk werin dayîn.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî ji serokên sê teşkîlatan bi taybetî ji hikûmetê xwest ku ji bîr û bawer û rêçareyên ku aborîzanên dilsoj û xebatkarên beşa xusûsî yên aborê didin sûdê wergire û got: Rewşa niha ya welêt bûye sebeb ku zana û xebatkarên aborî xwe berpirsyar û wezîfedar bizanin bona alîkariyê ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî û zirûf û zanyariyên xwe yên zanistî û deskevtên xwe yên aborî bêxin ber destê karbidestên welêt.

Rêberê mezin ê Înqilba Îslamî ya Îranê pirsgirêkên welêt ên aborî ji ber du babetan yên wek astengiyên hundirî û nijyarî yên abora welêt û pirsgirêkên ji ber boykotên zalimane yên Amerîkayê dan zanîn û got:Li hemberî her yek ji van babetana divê rêçareyên beraqil û bizanetî werin bikaranînê ku encama wê dibe sedema çareseriya mayinde ya pirsgirêkên jiyana xelkê û bêhêvîbûna dijmin ji bibandorbûna boykotên wê.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî hevahengiya herî zêde di navbera sê teşkîlatan û saziyên curbicur ên welêt pêwîst da zanîn û got: Bi saya viyana qahêm a xelkê û rayedarên welêt û îstifadeya ji zirûf û karînên ciwanan û zanayên jêhatî yên welêt û bi saya aktîvkirina zirûf û binkeyên welêt bi yeqîn pirsgirêkên hundirî û dasepandî ji holê radibin.