Cotmeh 11, 2018 13:11 Asia/Tehran
  • Tevdîrên pêwîst ji bo piştguhavêtina hukmê Dadgeha Lahê ji aliyê Amerîkayê ve, hatine berçavgirtin

Alîkarê Huqûqî û Navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê Xulamhusên Dêhqanî got: Heke Amerîka hukmê Dadgeha Lahê bavêje pişt guhê xwe, jê re tevdîrên pêwîst hatine berçavgirtin.

Li gor nûçeya ISNAyê Dêhqanî li bara hukmê DAdgeha Lahê ya ser xêra Îranê û gefxwarina serokkomarê Amerîkayê Donald Trump derheq derketin ji peymana dostiyê got: Amerîka ji gelek peymanên navneteweyî yên wek Peymana Parîsê û peymana Navokî derketiye û wer xuya dike ku li pêşerojeke nêzîk ev welata ji gelek peymanên din ên navneteweyî û navçeyî derkeve.

Dehqanî herwiha got: Kom,ara Îslamî ya Îranê li cem rêxistin û saziyên navneteweyî wê vê meselê bişopîne û hikûmeta Amerîkayê jî wezîfedare bersiva kiryarên xwe bide.

Piştî derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî û vegerandina boykotên li dij Îranê, Tehranê li cem Dadgeha Navneteweyî ya Lahê li dij Waşîngtonê doz vekir ku vê dadgehê li roja 3 Cotmehê bi piştrastkirina hêjatiya xwe ji bo hilkolandina vê dozê hukm da ku Amerîka berbendên ser riya kiryarên mirovdostiyê û hewageriya Îranê ji holê rake da ku hikmê dawiyê li bara vê dozê were dayîn, lê belê hikûmeta Amerîkayê li hemberî vê yekê ragihand wê ji peymana dostiyê ya 1955 derkeve.