Cotmeh 11, 2018 12:27 Asia/Tehran
  • Muzakireya Rûsya û IAEA ji bo parastina Peymana Navokî

Wezareta karên derve ya Rûsyayê duh êvarê ragihand ku alîkarê wezîrê karên derve yê vî welatî Sergei Ryabkov bi alîkarê Rêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Massimo Aparo re li Moskowê hevdîtin pêk anî û pê re ser mesele û mijarên girîng ên di çarçova wezîfedariya vê ajansê de ji wan Peymana Navokî gotûbêj kir.

Li gor nûçeya IRNAyê, Ryabkov û Aparo li vê hevdîtinê parastina Peymana Navokî pêwîst dan zanînê.

IAEA heya niha li 12 raporên xwe diyar kiriye ku Îranê gişt pêsparteyên xwe yên li gor Peymana Navokî cih anîne.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump 8 Gulanê ji nav Peymana Navneteweyî ya Navokî derket û piştî wê ragihand ku wê heya 4 Mijdarê gişt boykotên li dij Îranê ji wan boykota kirîna nifta vî welatê dîsa vegerîne û di vê çarçovê de ji welatên cîhanê xwest ku qet niftê jî Îranê nekirin. Lê belê gelek ji welatên cîhanê yên wek Rûsya, Çîn, Hindustan û Tirkiyê ev daxwaza Trump red kirin û diyarkirin ku wê kirîna niftê ji Îranê berdewam bikin.

Derketina Amerîkayê ji Peymana Navneteweyî ya Navokî ji aliyê gelek welatan yên wek welatên endamên Yekitiya Ewropayê, Çîn, Rûsya û Brîtanya û gelek ji  teşkîlat û kesayetiyên navxwe yên amerîkî hatiye şermezarkirin.

Li çarçova parastina Peymana Navokî li hefteyên vê dawiyê gotûbêjên bi dû hev di navbera Îranê û 5 welatên mayî yên Peymana Navokî û Yekitiya Ewropayê de pêk hatine.